Ebdulmehdî dijî êrîsa Amerîka derket û banga civînekê kir

Ebdulmehdî dijî êrîsa Amerîka derket û banga civînekê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku ji erka xwe vekişiyaye, li ser êrîşên Amerîkayê yên şeva borî bi ser Hizbullah û Heşda Şeibî de li Iraqê, daxuyanî da.

Li gorî Ajansa Fermî ya Iraqê li ser navê Serokwezîr Ebdulmehdî, Berdevkê Serokwezîr Abdulkerîm Xelef ragihandiye ku Adil Ebdulmehdî piştî êrîşê ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê re peyamek şandiye ku bi tundî dijî wê êrîşê derketiye.

Herwiha Adil Ebdulmehdî ji bo dabûnkirina ewlekariyê û bergiriyan daxwaza civîneke awarte ya kabîneyê kiriye û êrîşa ser baregehên Heşda Şeibî ji aliyê Amerîkayê ve jî wekî gef û xeteriyeke mezin li ser herêmê nirxandiye.

Li gorî daxuyaniya berdevkê serokwezîr, Adil Ebdulmehdî herwiha ferman daye Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku bêyî erêkirina hikûmetê ti çalakiyeke ewlekariya esmanî û bejahî pêk neyînin.

Li gorî çavkaniyên Heşda Şeibî, di êrîşa doh ya li baregeha Qayîmê de, fermandarek jî di nav de 45 endamên Heşda Şeibî hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin