PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Rûm li Kıbrisê, di herêma ekonomîk di parsela 10 an de rezerveka dewlemend ya petrolê dîtine. Di herêmê de şîrketa Amerîka Exxon û şîrketa Qatar Petrolê ku her dû bi hevre dixebitin kar dikin.
Ragihandina vê mijarê ji aliyê rojnameya Kathimerini de hat dayîn ku xebera wê diçe bal bi rêvebirên Rûman de. Li gor rêjeyên sondajê ku 6 km çûne binê erdê, nûmûneyên ku ji bin axê girtine, nîşan dide ku di herêmê de rezerveka dewlemend ya petrolê heye. Encama esehî wê hefteya pêşiya me diyar bibe.
Li ser vê lêgerîna petrolê ji aliyê Rûman de, Tirkiye ji Kıbrısê îzin sitendibû ku di herêmê de bi rêya şîrketa Tirkiye Petrolleri lêgerîna petrolê bike. Niha Tirk dibêjin ku parsela Tirkiye tê de li petrolê digere û parsela ku Rûm tê de li petrolê digerin heman parsele an ku dibe di pêşde Tirk doza petrola Rûman ya ku bibînin bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin