Hollanda bi fermî dest bi frostina esrarê kir

Hollanda bi fermî dest bi frostina esrarê kir

Peyama Kurd - Li Hollandayê, di çarçoveya projeya hilberîna tiryakê(esrar) ya fermî ku 5 sal berê ji alî hikûmetê ve hatibû destpêkirin de, îro, li bajarê Tilburgê dest bi froştinê hate kirin.

Ersara ku ji alî 3 hilberîneran ve û di bin çavdêrîya payesazên fermî de hatiye hilberîn, li bajarokên Brada û Tilburgê, li 19 cafeteryayan dest bi froştinê hate kirin lê belê tenê kesên li Hollandayê dijîn dikarin vê esrara fermî bikirin. 

Hikûmeta Hollandayê ji bo hilberîna esrara bi quwalîte û bê pestîsît destûra froştinê dabû 10 froşkaran.

Di demeke nêz de wê li hin bajarên din ên vî welatî jî froştina “esrara fermî ya bi tendurust” destpê bike.

Hate gotin ku ger ev azmûn bi serkeftî bi encam bibe, wê li Hollandayê hilberîn û firoştina dermanên nerm bi tevahî bi fermî bibe.

Azmûna hilberîna fermî ya esrarê ya ku di sala 2020an de ji hêla hukûmeta Hollandayê ve hate rojevê, ji ber ku hilberînerên dilxwaz şert û mercên fermî yên pêwîst pêk nedihanîn, hikûmet bêçar ma ku projeyê taloq bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin