Lijneya Wezîran ji bo mûçeyên sehîd û enfalkirîyan civîya

Lijneya Wezîran ji bo mûçeyên sehîd û enfalkirîyan civîya

Peyama Kurd - Lijneya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi mebesta danûstandinên di derbarê mûçeyên şehîd û enfalkirîyan bi encam bike û çend xalên din ên di rojevê de ne civîya.

Navenda Çapemenî û Zanyarîyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Lijneya Wezîran, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û wezîrên hikûmetê kom bûye.

Di daxuyanîya navendê de hate destnîşankirin ku di civÎna Lijneya Wezîran de wê hewl bê dayîn ku di derbarê danûstandinên mûçeyên şehîd û enfalkirîyan de biryarek bê standin.

Di daxuyanîyê de her wiha hate destnîşankirin ku pareka vê civînê wê berçavkirin û xwandina yekê ya made û bendên reşnivîsa yekê ya rênimayên karkirina biyanîyên li Herêma Kurdistanê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin