PeyamaKurd – Ciwanê Kurd ê bi navê Remezan Şêrwanî, wek rêveber û nûnerê Iraqê li Neteweyên Yekbûyî (NY), tevlî korbendeke NY li Japonyayê hat lidarxistin bû.
Remezan Şêrwanî got ku 18emîn Korbenda Bilind a Neteweyên Yekbûyî li ser birêvebirina internetê roja 8ê vê mehê, li bajarê Kiyoto yê Japanê, dest pê kiriye û îro roja Duşemê, 16ê Cotmehê bidawî dibe.
Şêrwanî diyar kir ku di korbendê de danûstandin li ser pirsên mafên mirovan, dîjîtalkirina welatan û çawatiya parastina datayên welatiyan hatin kirin.
Di korbenda navborî de cûreyên herî nû yên zîrektiya çêkirî hatin nîşandan û gotûbêjkirin.
Sekreterê Giştî yê NY António Guterres û Serokwezîrê Japanê û hejmareke din a serkirdeyên diyar ên welatan di korbendê de amadehê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin