Sekreterê Gistî yê NY: Hejmara çeteyên li Lîbyayê kêm nebûye

Sekreterê Gistî yê NY: Hejmara çeteyên li Lîbyayê kêm nebûye

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bidaxuyaniyekê diyar kir, heta niha derbarê dosyaya çeteyên li Lîbyayê tu pêşketin çênebûye.

Antonio Guterres da zanîn, hejmara çeteyên li Lîbyayê û herwiha çalakiyên wan nexasim li navenda welêt hîna kêm nebûye.

Guterres herwiha eşkere kir, tevî agirbesta ku di navbera her du aliyan de hatiye ragihandin, çalakiyên barkirina asmanî yên ber bi baregehên leşkerî berdewam kirin.

Hejmara çeteyên li Lîbyayê li gorî bîlançoyên NY, zêdeyî 20 hezarî ne ku ji wan derdora 13 hezar Sûrî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin