Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du peyamên sersaxiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du peyamên sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika Parlamenter Celal Mihemed û herwiha ji ber koça dawî ya bavê Parlamenter Hesîbe Seîd Gerdî, peyamên sersaxiyê arasteyî wan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama ji bo Parlamenter Celal Mihemed diyar kir: ‘‘Mixabin min nûçeya koça dawî ya dayîka we bihîst. Ez pirse û sersaxî li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyana wê bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne malbata we.’’

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama ji bo Parlamenter Hesîbe Seîd Gerdî de jî da zanîn: ‘‘Mixabin min nûçeya koça dawî ya bavê we bihîst. Ez pirse û sersaxî li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyana wî bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne malbata we.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin