Zebarî: Tista li Encûmena Kerkûkê bûye ji bo kulmek dolarên qirêj e

Zebarî: Tista li Encûmena Kerkûkê bûye ji bo kulmek dolarên qirêj e

PeyamaKurd – Wezîrê berê yê Karên Derve li Iraqê û serkirdeyê PDKê Hoşyar Zebarî, bertek nîşanî hilbijartina parêzgarê Kerkûkê ya li otêleke Bexdayê da û got, tişta bûye ji bo kulmek dolarên qirêj e.

Zebarî got, “Tişta ku di civîna encûmena parêzgariya Kerkûkê de pêk hatiye ji bo kulmek dolarên qirêj e û ev li dijî berjewendiyên xelkê Kerkûkê hatiye kirin.”

Hoşyar Zebarî herwiha da zanîn ku plana ku di şevekê de hatiye encamdan bêyî nêrîna pêkhateyan û aliyên din ên Kerkûkê hatiye pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye, PDK û gelek aliyên din awayê hilbijartina parêzgarê Kerkûkê li oteleke Bexdayê wekî karekî neyasî dibînin û bertekê nîşan didin.

Herwiha tê gotin ku endamên encûme Kerkûkê yên beşdarî civîna Hotel Reşîd a Bexdayê bûne jî pere bo wan hatiye dayîn. Li aliyê din parêzgarê nû yê Kerkûkê ku ji aliyê YNKê ve bi piştgiriya Ereban hatiye diyarkirin Rêbiwar Teha jî îro dest bi kar kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin