Almanyayê li dijî operasyonê bang li Tirkiyê kir

Almanyayê li dijî operasyonê bang li Tirkiyê kir

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert li ser gefên operasyonê li Rojhilatê Firatê bangewazî li Tirkiyê kir ku xwe ji operasyona Sûriyê dûr bigire.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li Sûriyê "çareseriya leşkerî" nepêkan e û ev ji bo hemû axa Sûriyê derbas dibe.

Herwiha Wezareta Derve ya Almanyayê jî ragihand ku destwerdaneke leşkerî dê rewşa mirovî ya li Sûriyê zehmetir bike û divê Tirkiye gelekî bi berpirsyarî tevbigere.

Berdevkê Wezaretê bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin ku niha tiştê herî girîng ev e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin