PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku "eger Hemas çek dayne û teslîm bibe û dîlên di dest xwe de radestî Îsraîlê bike, ew ê hêrişên xwe yên li ser Xêza Xezzeyê rawestînin.
Di hevpeyvîna xwe ya ligel nivîskarê Amerîkî Dan Senor de Netanyahu her wiha got ku "bijarteya ji Xezzeyê derxistina Hemasê li ser masê ye."
Netanyahu da zanîn ku di bin sîya peymana agirbestê û pevguhertina dîl û girtiyan a ku Hemasê pesend kir û Îsraîlê red kir de çekan dayne, Îsraîl amade ye ku hêrişên xwe yên li ser Xezzeyê rawestîne.
Benjamin Netanyahu ragihand ku Îsraîl amade ye hêrişên xwe yên li ser Xezzeyê rawestîne û got: "Eger Hemas çekên xwe dayne, teslîm bibe û dîlên di destê xwe de radestî Îsraîlê bike, dibe ku şer sibê jî biqede. Bijardeya çûna sirguna Hemasiyan hê jî derbazdar e, em her dem dikarin nîqaşa vê mijarê bikin, lê belê mijara herî gring teslîmbûna Hemasê ye. Ger ku çek daynin wê şer biqede."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin