PeyamaKurd – Rejîma hov û dirinde ya Îranê ku rojek nîne ciwanên Kurd bi hincetên pûç û vala qetil nake, dîsa agir xist nav dilê dayikeke Kurd.
Mamosteyê ciwan bi navê Îsmaîl Bokanî ku ji Mehabadê di encama êrîşeke çekdarî de li ber pirtûkfiroşa xwe hat kuştin. Xelkê deverê dibêje, ew ji aliyê Etelafa Îranê ango îstixbaratê ve hatiye qetil kirin ku di sala 2017an de jî Bokanî ji ber xwedîderketina li ala Kurdistanê hatibû zindankirin.
Li gor dîmenên Ava Todayê belav kirine, dayika Bokanî ku dildar û dilsozeke ala Kurdistanê ye cenazeyê kurê bi destê xwe û bi ala Kurdistanê dipêçe û dispêre axê.
Xelkê Mehabadê ji kuştina Bokanî îstixbarata Îranê berpirsiyar dibîne ku ew kiryarên hovane yên rejîma Îranê wekî darvekirin, îşkencekirin, girtinan ramyar û rewşenbîran û gulereşandina ser kolberên Kurd bûne bûyerên rojane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin