PeyamaKurd - Fermandarê Yekîneya 80 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Necat Elî ragihand, wan amadekariyên xwe yên ji bo Yekîneya 80 bixin bin banê Wezareta Pêşmerge temam kirine û du Lîwa bi temamî amade ne ji bo bi Wezareta Pêşmerge ve bêne girêdan.
Fermandarê Yekîneya 80 a Hêzên Pêşmerge Necat Elî ji K24ê re daye xuyakirin, “Me dest bi proseyekê kiriye, ji bo Yekîneya 80 ya hêzên Pêşmerge bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve. Niha du Lîwa amade ne û tenê hin rêkarên îdarî mane. Hêzên mane jî, em wan pêngav bi pêngav rahênan dikin û û em ê wan jî bixin ser bi Wezareta Pêşmerge.”
Necat Elî diyar kir: “Plana me ew bû ku hêzên xwe bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve, ji bo wê mebestê jî em hêzên xwe rahênan û perwerde bikin, da ku hêzên me li şêweya Wezareta Pêşmerge amade bikin"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin