PeyamaKurd - Cîgirê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê dibêje, terorîstên DAIŞê li benda firsendê ne êriş bikin ji ber wê jî Pêşmerge di amadebaşiya temam de ye.
Cîgirê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn ji BasNewsê re got, wezîrê Pêşmerge civîneka berfireh bi fermandeyên Pêşmerge re li dar xist. Di civînê de hat gotn ku divê Pêşmerge di amadebaşiya temam de be.
Serbest Lezgîn li ser sebebên wê yekê jî got, ji ber ku terorîstên DAIŞê xwe amade dikin êriş bikin û li benda firsendê ne. Bi taybet li deverên Hemrîn, Xaneqîn, başûrê Kerkûkê, rojavayê Kerkûkê, Qereçûx, Mûsil û çend deverên din, livînên DAIŞê zêde bûne lê Pêşmerge çavdêriya wan dike.
Cîgirê Wezareta Pêşmerge li ser sekinandina perwerde û rahênana Pêşmerge jî got, ew demkî ye û dê dîsa li ser perwerdekirina Pêşmerge berdewam bin. Ti guhertinek di wê yekê de çênabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin