PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yên Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth McKenzie eşkere kir ku armanca mayîna Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn ew e ku rê li ber kiryarên Îranê bigire.
McKenzie diyar kir, Îran heta niha gefan li ser elehiya herêmên Rojhilata Navîn çêdike û ji bo Hûsîyên Yemenê yên girêdayî Îranê got ku naxwazin aloziya Yemenê bidawî bibe û ew dê piştevaniya hevpeymana bi pêşengiya Erebistana Siûdî berdewam bikin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî doh duşemê ragihandibû, welatê wî hewl dide ku li hember kiryarên Îranê yên ewlehiya herêmê têk dibe raweste û dabû zanîn, Îran li herêmê tevlî gelek kiryarên qirêj bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin