PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi hinceta çalakiyên malbatên ku îdia dikin HDPê zarokên wan derxistine çiyê ji bo rexîstina HDPê ya bajêr û hemû navçeyan lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriyê di daxuyaniya agahdarkirinê de got ku ji ber nûçeyên li raya giştî belav bûne û çalakiya malbatên li ber avahiya HDPê ku îdia dikin zarokên wan hatine revandin û birine çiyê, wan lêpirsîn daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hemû beşên asayîşê hatine agahdarkirin ku malbatên çalakiyê didomînin werin parastin û ji bo kes û rêveberên HDPê yên gefan li wan dixwin û zarokên wan xapandine şandine çiyê jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin