Brîtanya dest ji Kurdistanê nakisîne

Brîtanya dest ji Kurdistanê nakisîne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Serokwezîra Ingîltereyê Theresa May ku di heman demê de Serekşêwirdarê Berevaniya Ingîltereyê li Rojhilatanavîn John Lorîmer û şanda ligel wî li Hewlêrê pêşwazî kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokwezîrtiyê hat dayîn di hevdîtinê de Balyozê Ingîltereyê li Bexdayê John Wilks, konsolosê Ingîltereyê li Hewlêrê John Sharp û komek dîplomatên Ingîlîz û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubaf Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Huseyin cih girtin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo di têkoşîna li hember DAIŞê de piştgirî da spasiya Ingîltereyê kir û xwest ku ev hevkarî û arîkarî bidome.

Lorîmer jî pesnê Pêşmerge da û got dê hevkariya eskerên welatê wî û Kurdistanê bidome û Brîtanya jî dê piştevaniya Pêşmerge bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin