PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Kiwêtê Şêx Sebah Hemed Elsebah civiyan. Serokwezîrê Kiwêtê amaje bi wê kir ku ew girîng dibînin peywendiyên di navbera herdu aliyan de bên pêşxistin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê civînê de rewşa Iraq û herêmê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kiwêtê de hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Serokwezîrê Kiwêtê amadebûna welata xwe derbirî bo geşepêdana zêdetir bo peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê, taybetî di warê bazirganiyê de.
Kuwait Prime Minister Sheikh Sabah Khaled Al-Hamad Al-Sabah and I exchanged ideas on how to drive significant global investment to our two economies and recognised the substantial benefits that the KRG and Kuwait gain from being trade partners.#MSC2020 pic.twitter.com/w0pnESXCqn
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) February 15, 2020
Şêx Sebah Hemed Elsebah amaje bi wê kir ku Herêma Kurdistanê roleke girîng li herêmê heye û defetên baş ên weberhênanê li Kurdistanê hene û got ku ew girîng dibînin peywendiya bazirganî ya Kiwêtê li gel Herêma Kurdistanê pêş bikevin.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya dewleta Kiwêtê kir bo girîngîpêdana bi peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û got, “Bingeheke libar bo weberhênan heye û em dê hemû asankariyên pêwîst dikin ji bo weberhênerên navxwe û derve.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin