Sîroveya Amerîka û Îranê ji Fîdan: Rews ne bas e!

Sîroveya Amerîka û Îranê ji Fîdan: Rews ne bas e!

PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Tirkiyê Hakan Fîdan derbarê şerê kontrolkirî yê navbera Amerîka û Îranê de got, "Rewş ne baş e. Dibe ku em bi belavbûneke mezintir re rû bi rû bimînin."

Fîdan li ser pirsa êrişên Amerîkayê bo ser komên piştevaniya Îranê jî tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka bi agir dilîze û got: "Dema mirov bi agir bilîze, ew agir her kêliyê dikare bibe şewat.

Dibe ku neyê kontrolkirin. Em li vir bi rîskekê re rû bi rû ne. Ev mijara bêkontrolkirinê wek metirsî li ber me radiweste.”

Fîdan diyar kir ku Tirkiye bi hevkarên xwe yên herêmî û DYAyê re her tim di nava hevdîtinan de ye û got, "Divê em ji belavbûna şer ya herêmê dûr bisekinin. Rewş ne baş e. Dibe ku em bi belavbûneke mezintir re rû bi rû bimînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin