PeyamaKurd – Li Şarm el-Şêx li Misirê, hilcivîna 27an a Guherîna Jîngehê ya COP27 ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Yekşemê destpê kir.
Li gor Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di hilcivînê de da zanîn, ew li ber bijareyek serekî ya tund in û got: “Dive em niha dest bi xebata hevpar bikin ku belavbûna gazên xeter kêm bikin yan jî wê nifşên siberojê bi rûbirûmayîna felaketa jîngehê mehkûm bikin."
Armanca axaftina Guterres ew bû ku bi dengekî xurt rewşa jîngehê û xeterîya ji ber guherîna îklimê ya di asta cîhanî de diyar bike.
Herwiha Guterres bi dengekî bilind hişyarî da ku zêdetirî 120 rêber, serok, sazî, karbidestên herî payebilind û herwiha rexistin û sazîyên ji serenserî cîhanê wê heya 18’ê Mijdarê ser çareserkirina bandorên guherîna jîngehê gotûbêjên girîng bikin.
Hat ragihandin, wê di Hilcivîna COP27 ya NY de mijarên wek germbûna gerdûnî, kêmbûna enerjîyê, xizanî, enflasyon û encamên wan yên di nav cîhanek dabeşkirî ya şerker de û fîkarên ser krîzên din yên ewlehî, siyasî û aborî werin nîqaşbikin.
Herwiha eşkere kir: “Tenê yek bijareyeke mirovahîyê heye: Hevkarî an jî têkçûn! Divê peymaneke nû ya di navbera welatên herî dewlemend û xizan yên cîhanê de hebe û armanca wê peydakirina budceyên bo welatên xizan be ku ew bikaribin dawî li karanîna şewitên fosîl bînin.”
Herî dawî wî sozên di çarçoveya Peymana Parîsê ya Jîngehê bi bîr xist û bang li Amerîka û Çînê kir ku bo pêkanîna vê peymanê bikevin nav hewildanan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin