PeyamaKurd – Endamê Komîta Navendî yê PDKê Dilşad Şahab, ragihand ku PDK dê îsal tevlî hilbijartinan bibe û çawa di hilbijartinên borî de, bi partiyên din re hevkariyê kiriye û destê xwe daye wan, dê car din bike.
Dilşad Şahab, tevlî bultena nûçeyan ya K24ê bû û ragihand ku PDK çavkaniya ramanên paqije û ji bo doza netewî hatiye damezrandin.
Şahab got ku PDK ji bo mafên Kurda bi dest bixe hatiye avakirin, PDK a di bin serpereştiya serok Barzanî de, cara yekeme ku rota Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku Kurdistan bûye çeperê serxwebûna Iraqê. Dilşad weha dewam kiriye:
“PDK, dibistana ku ew çend şoreşgeran gihandiye, di hilbijartinên berê de, bi temamê partiyan re hevkariyê kiriye û ji bo têkoşîna bi hevre, destê xwe daye herkesî. PDK, her wext temamê terefan ziyaret kiriye, rêya diyalogê vekiriye, bi demokrasiyê û bi rêvebiriya bi mêzên bawere.
Hilbijartina parlementoya Kurdistanê îsal dibe û PDK amadeye tevlî hilbijartinê bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin