PeyamaKurd – Cîgirê şêwrimendê ewlehiya netewî yê Kore ya Başûr Kim Tae-hyo ragihand ku Kore û Amerîka li ser plankirina stratejiya nuklerî û bikaranîna wê, bi Amerîkayê re li hev kirine û wê heya nîvê sala 2024an pêvajoyê temam bikin.
Li gor ragihandina ajansa Yonhapê; Kim û koordînatorê ewlehiya netewî, îstîxabarat û siyaseta bergiriyê (NSC) yê Amerîkayê Maher Bitar, ji bo li hemberê xebatên nuklerî yên Kore ya Bakûr bi hevre tevbigerin, heyeta ku ava kirine ya bi navê Grûba Şêwrê ya Nuklerî (NCG) bi munasebeta civînê, li wezareta bergiriyê ya Amerîkayê li Pentagonê civiyan.
Kim ragihand ku ji bo parvekirina îstîxbarata hasas ya nuklerî di nav peymanê de xal hene û di asta lîderan de ji bo danûsitendinan wê parekî hebe. Kim got; eger Kore ya Bakûr êrîşekî nuklerî bike, wê karibin bilez, bi bandor û xwurt bersiva Kore ya Bakûr bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin