‘Kurdistan mînaka rasteqîne ye ji ol û mezhebên cuda re’

‘Kurdistan mînaka rasteqîne ye ji ol û mezhebên cuda re’

PeyamaKurd - Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku Herêma Kurdistanê mînakeke rasteqîne ye ji ol û mezhebên cuda re.

Mîranî doh li navenda Polîtburoya PDKê pêşwazî li Serokê Peymangeha Erebî ya Demokrat û Serkirdeyê Pilebilind ê Partiya Nîda ya Tunisî Dr. Xalid Şewket û Hizmend û Lêkolerê Erebî û Dostê gelê Kurd Dr. Ebdulhusên Şeiban û Akademisyen û Çalakvanê Mafê Mirovan Xanzad Ehmed Ebd kir.

HEWLÊN AVAKARINA HIKÛMETÊ BERDEWAM IN

Li gorî malpera fermî ya PDKê kdp.infoyê Fazil Mîranî di hevdîtinê de behsa rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir û tekez kir ku hewlên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berdewam in.

‘KURDISTAN BI CANFEDAYIYA PÊŞMERGE MÎNAKA RASTEQÎNE YE JI OL Û MEZHEBÊN CUDA RE’

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku Herêma Kurdistanê mînakeke rasteqîne ye ji ol û mezhebên cuda re, ku di bin siya canfîdayiya Hêzên Pêşmerge yên qehreman de ne.

Mîranî di hevdîtinê de behsa damezrandin û dîroka PDK di qonaxên cuda ên riya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd kir û amaje kir bi siyaset û hewlên PDKê bo geşekirina demokrasiya rasteqîne li Herêma Kurdistanê û Iraqê û xebata ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd di çarçoveya Iraqa federal de.

DR. XALID: SEROK BARZANÎ SERKIRDEYEKÎ XUYA YE DI TEVGERA AZADÎXWAZ DE

Ji aliyê xwe ve, Dr. Xalid Şewket Serkirdeyê Pilebilind ê Partiya Nîda ya Tunisî got: “Gelê Kurd gelekî qehreman e û di ber azadî û serbestî û bidestxistina mafên xwe yên netewî gelek êş û azar dîtiye û em bi hemû şêweyekî piştgiriyê li wan mafên wî yên rewa dikin. Serok Mesûd Barzanî jî serkirdeyekî xuya ye di dîroka tevgera rizgarîxwaz gelan de û hikmet û rola cenabê wî pir girîng e di aştî û pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê de li navçeyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin