PeyamaKurd – Li demeke ku êrîşên tundrewên îslamî li Fransayê bê navber berdewam dikin, Wezîrê Derve yê Îmaratê Enwer el-Qereqaş ji rojnameya Die Welt a Almanî re axivî û li ser mijara têkoşîna Fransayê ya dijî tundrewên îslamî piştgirî da Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron.
Qereqaş daye xuyakirin ku Macron dijminatiya Misilmanên li welatên Rojava nake û got, divê peyama wî baş were guhdarîkirin.
Wezîrê Îmaratî da zanîn ku divê Misilman bêhtir derbasî nav civaka Ewropî bibin û mafê dewleta Fransî ye ku şerê tundrewan bike.
Qerqaş bal kişand ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û diyar kir, Erdogan xaleke lawaziyê li ku derê bibîne wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û danûstandinan jî erê nake, tenê gava ew çavê sor şanî wî didin dest bi danûstandinê dike.
Hêjayî gotinê ye, ji xeynî Îmaratê, Erebistana Siûdî jî li dijî sorkirina misilmanan li dijî Fransayê ya Erdogan derket û bang li misilmanan kir ku nekevin xefka piştgirên tundrewan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin