HSD: Di topbarana li ser Zirganê de 2 kesan can dan

HSD: Di topbarana li ser Zirganê de 2 kesan can dan

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ragihand, di topbarana li ser Zirganê de 2 kesan can dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê da zanîn, şeva Sêşemê 27ê Îlonê gundê Mişêrfe yê ser bi bajarokê Zirganê li nêzîk bajarokê Til Temirê ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatiye topbarankirin û di encama topbaranê de 2 kesan can dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha HSDê navên kesên di topbarana Tirkiyê de can dane eşkere kir û got, kesên navên wan Nayif Ebdulqadir û Rîma Ehmed e can dane.

HSDê destnîşan kir, herwiha her yek ji Rehef Qetaf, Hecaa Heyawî, Codî Heyawî, Dinya Heyawî û Fayiz Heyawî di topbarana gundê Mişêrfe de birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Dirbêsiyê hatine şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin