PeyamaKurd- Li bajarê Ardaxanê li navçeya Çildirê li ber axurekî cesedê zilamekî hat dîtin ku bi sîlih lêdane û gewriya wê dane ber kêran. Piştî cesed hat dîtin, hat dîtin ku ji piştê de û li dor qirika wî ciyên kêran yên kûr hene û di cesedê wî de birînên guleyan hene.
Bûyer duhî bi şev di navbera 11-12 ê şevê de li gundê Kenarbel a bi ser navçeya Çilidirê de çêbûye. Keskî biyanî li cem malbata zilamê kuştî dxebite ku ew cesedî dîtiye.
Li ser bûyerê jina zilam, keça wî û 3 kesên biyanî hatin binçavkirin. Lêkolîn û lêpirsîna ser bûyerê dewam dike.Cenaze li gundê Kenarbelê hat definkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin