Ayse Mînaz: Tu mamosteyê min bûyî, lê niha tu bûyî dizê mazbataya min...

Ayse Mînaz: Tu mamosteyê min bûyî, lê niha tu bûyî dizê mazbataya min...

PeyamaKurd - Li navçeya Tuşba ya Wanê mezbataya Hevşaredarên HDPê Yilmaz Berkîn û Ayşe Mînaz bi hinceta bi KHKê dema Rewşa Awarte ji kar hatine dûrxistin nedan wan û dan namzetê AKPê Salîh Akman.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Akman di yekemîn civîna meclîsa şaredariyê de rastî bertekeke tund a şaredara hilbijartî Ayşe Mînaz hat û Mînaz di civînê de li nava çavên Akman ê AKPyî nihêrt û got: “Dema tu mamosteyê min bûyî, ji bo ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin te em hişyar dikirin. Lê vaye tu bi xwe bûyî dizek mezin haya te jê nîne.” 

Hevşaredarên partiya Demokratîkk a Gelan (HDP) Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî ji sedî 52 dengan Şaredariya navçeya Tûşba ya Wanê bi dest xistibûn, lê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi hinceta Berkî yê HDPî bi KHKê ji kar hatiye avêtin mezbataya wî da Salih Akman ê AKPyî.

Piştî endamên meclîsa şaredariyê li cihên xwe rûniştin, Akman ket hûndirê salonê û xwest merheba bide HDPiyan, lê HDPiyan destên xwe dirêjîAkman nekirin.

Hevşaredara hilbijartî Ayşe Mînaz ji bo daxuyaniyekê bide mikrofon xwest lê Akman destûr neda.

‘EM SEROKTIYA TE NAS NAKIN’

Mînaz rabû ser xwe û ji Akman ê mamosteyê wê yê dibistina seretayî bû re got, “Em we nas nakin. Her çiqasî hûn nehatibin hilbijartin û hûn tayînî vê derê hatibin kirin jî, di encamê de hûn mamosteyê min bûn. Ez naxwazim li hemberî we bê rêziyê bikim, lê divê ku li hemberî vê pêkanînê jî hin tiştan bêjim.”

Mînaz wiha axivî: “Ger AKPê rêz li vîna 31ê Adarê ya ji sindoqan derket bigirta, îro hûnê ne li ser vî meqamî bûna. Ji bo vê şaredariyê ez û Yilmaz Berkî hatin hilbijartin. Em îro bi xespek mezin re rû bi rû ne. Hikûmeta AKPê hemû derfetên dewletê ji bo xwe bi kar anîn. Lê me hewl da em bi hêza gel hatin hilbijartin. Gelo ji bo we hiqûq, edalet û demokrasî ev e? Tişta ku hûn jê re dibêjin hiqûq xespe?”

‘HÛN BÛNE DIZÊN MEZIN’

Mînaz di berdewamê got: “Mamoste Salih hûn mamosteyê min bûn. Ji bo ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin we tim em hişyar dikirin. Lê tişta xuya dike ku hûn dinava pergalê de bûne dizek mezin, lê agahiya we ji we tuneye. Di rastiyê de dizitiya herî mezin hûn dikin. Dibe ku we vîna vî gelî xesp kiri be û li ser wî qoltixê rûniştibin. Heta hûn qurbanan jê dikin û wisan tên şaredariyê. Gelo hûn endamê kîjan olîne? Hûn ne serokê şaredariya vî geline. Hûn berhemê xespê ne. Ezê heya dawiyê rêzê bidim vê meclîsê, lê tu carî ezê rêzê nedim we. Emê tu carî ji were nebêjin serok û emê we nas nekin.  Hûn kesekî ku ji aliyê YSKê ve hatine tayînkirin. Hûn ne hilbijêrê vê derê ne.”

AKMAN: TU XWENDEKARA MIN Î BÊRÊZIYÊ NEKE

Akman li hemberî axatina Mînaz got: “Ligel min heq, hiqûq û edalet heye.  Tu xwendekara min î. Evqas bêrêzî neke. Çi dibe bila bibe em zarokên vê herêmê ne.”

Mînaz li ser vê yekê ev bersiva da Akman da û got, “Îro  li hemberî te xwendekara te ya dibistana seretayî nîne. Hevşaredareke ku bi dengê gel hatiye hilbijartin heye.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin