PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li konsulê Fransa yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.
Baregeha Barzanî da xuyakirin, Serok Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li konsulê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir ku di wê hevdîtinê de rewşa Iraqê û astengiyên li hember proseya siyasî û nakokiyên navdewletî li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Konsulê Fransayê girîngiya parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bibîr xist û ragihand ku ew mijar ji bo Fransayê girîng e.
Herwiha di civînê de behsa şerê DAIŞê jî hat kirin û konsûlê Fransayê li ser mijarê got, Fransa dê li ser alîkarîkirina hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bo şerê dijî DAIŞê berdewam be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin