HSD û Sûriyê li ser neftê li hev kirin!

HSD û Sûriyê li ser neftê li hev kirin!

PeyamaKurd- Hat îddakirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rejîma Sûriyê ji bo bazirganiya nefta Dêra Zorê li hev kirine.

Çapemeniya Tirkiyê îdda kir ku HSD û Sûriyê li ser neftê li hev kirine. Li gorî peymanê, HSD wê neftê bide rejîma Sûriyê û rejîm jî wê ji çaran sê behrên neftê wekî mazot bide HSDê. Yanî HSDê wê 100 warîl neftê bide Rejîma Sûriyê û Rejîm jî wê 75 warîlan mazotê bide HSDê.

Par jî ji bo nefta herêma Hesekê HSDê û Rejîma Sûriyê peymanek çêkiribûn. Niha jî ji bo Herêma El-Ûmerê lihevhatin pêk hat. Li Herêma El-Ûmerê di rojê de 15 hezar warîl neft tê derxistin.

Niha HSD li Sûriyê ji %70yî qada neftê qontrol dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin