PeyamaKurd- Dewleta Îranê û rejîma Sûriyê bo nûkirina av û kanalizasyona Sûriyê zepteka lihevkirinê îmze kirin. Li gor lihevkirinê wê şîrketên Îranê di nûhkirina projeyên bingehîn yên Sûriyê de cîh bistînin. Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku zepta mutabaqatê li Tehranê di navbera wezîrê enerjiyê yê Îranê Riza Erdekaniyan û wezîrê Sûriyê yê çavkaniyên avê Huseyîn Arnûs de hat îmzekirin.
Di Zeptê de çarçoveya hevkariyê û naveroka wê hatiye diyarkirin. Wezîrê enerjiyê yê Îranê Erdekaniyan ragihand ku wê bi mutabaqatê, şîrketên Îranî karibin di avakirina projeyên santralên hîdroelektrîkê de, di tesîsên paqijkirina kanalîzasyonan de cîh bigrin.
Wezîrê Sûriyê yê çavkaniyên avê Arnûs jî got ku di avakrina Sûriyê de wê derfetên ewilî bidin şîrketên Îranê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin