PeyamaKurd- Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MDS) ya li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ahmed piştî ku hinek hevdîtin bi Rejîma Sûriyê re pêk anîn got ku em li Bakûrê Sûriyê ji xweseriyê kêmtir tiştekî qebûl nakin.
Îlham Ahmed got ku di hevdîtinan de bi gelemperî em li ser sekinandina şerên li Sûriyê û bi taybetî jî li ser xweseriya Rojavayê Kurdistanê sekinîn.
Îlham Ahmed wiha berdewam kir: “Huqûqnasên Rojavayî jî tevlî hevdîtinê bûn û em li ser makezagona jî Sûriyê sekinîn. Me ji bo Rojavayê Kurdistanê jî xweserî xwest. Lê belê em dibêjin qey pêvajo wê dirêj bidome. Yanî belkî çend salan dewam bike. Ji bo axaftina hinek tiştan hê zû ye, lê belê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji xweseriyê kêmtir em naaxivin. Ji xeynî vê tu rêyên dî nîn in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin