PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Kremlînê ya bidawîbûn û betalbûna Peymana Dexlê ya Stenbolê, Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku wê Navenda Kordînasyona Hevbeş a li Stenbolê ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û aliyên Rûs-Tirk birêve diçe bê hilweşandin.
Wezaretê ragihandiye ku êdî wateya berdewamkirina peymana korîdora zad a 22yê Tîrmeha 2022yan hatibû îmzekirin nemaye û ne pêkan e di bin êrîşên sabotajê de dema wê bê dirêjkirin.
Hate diyarkirin ku dê bi dawibûna peymanê re, Rûsya ji misogeriya parastina keştiyên bar ên ji benderên Ukrayna bi rêya Derya Reş derdikevin paşve bikişîne û rejîma demkî ya xeterî li bakurê rojavayê Derya Reş bikeve pratîkê.
Herwiha wezaretê daye zanîn ku ger welatên Rojavayê girîngiyê didin peymana korîdora zad divê dorpêçên ser Rûsyayê yên li ser xida û zibil rakin û hemû pabendiyên xwe bicih werînin.
Hêjayî gotinê ye, piştî vê biryara Rûsyayê di serî de Yekîtiya Ewropa û gelek welatên din ên rojavayî biryara Rûsyayê ya betalkirina korîdora dexlê şermezar kirin ku dibêjin, Rûsya xidayê wekî şantaja şer bikar tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin