Ukraynayê êrîşî navenda fezayê ya Rûsyayê kir

Ukraynayê êrîşî navenda fezayê ya Rûsyayê kir

PeyamaKurd - Serfermandariya Artêşa Ukraynayê îro 22yê Hezîranê ragihand ku hêzên wan navenda ragihandina fezayî ya "Dubna" li Moskowê kirine armanc.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê TASS ragihand ku navend "rûbirûyê êrîşeke giran a bi balafirên bêmirov a ji aliyê hêzên çekdar ên Ukraynayê ve bûye, lê zirar li weşana televîzyonî û ragihandinê nebûye.”

Ajansê bi zarê "Space Communications" ya navendê bi rê ve dibe ku ew mezintirîn ajansa ragihandina fezayî ya hikumeta Rûsyayê ye got: "Ji bo encamên êrîşê tedbîr têne girtin. Tu karmendên navenda ragihandina fezayî birîndar nebûne."