PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa koronaya nû Covid-19 li Herêma Kurdistanê belav kir. Di 24 demjimêrên borî de 5 nexweşên koronayê can dane û 133 kesên din jî bi koronayê ketin.
Di nav 24 saetên borî de, li parêzgeha Hewlêrê 39, li parêzgeha Silêmaniyê 91 û li parêzgeha Duhokê jî 3 kes bi vîrusa koronayê ketin.
Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt 1222 kesan, 24 haletên mirinê hene, 448 kes bi temamî baş bûne û niha 750 nexweş jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê wiha ye:
1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (12815) kes in. Niha tenê (776) kes li (33) cihên cuda di kerentînê de mane, (206) kes li Hewlêrê, (33) kes li Silêmaniyê, (537) li Duhokê. Herwiha (12039) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (55) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
2- Pişkinîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (1774) pişknîn hatin kirin, (692) li Hewlêrê, (658) li Silêmaniyê, (400) li Duhokê û (20) li Germiyanê.
Derencam: Di 24 demjimêrên bûrî de, 5 kesan canê xwe jidest dan, û (133) pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Li parêzgeha Hewlêrê (39) kes. Li parêzgeha Silêmaniyê (91) kes û li parêzgeha Duhokê (3) kes.
3- Amarên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (1222) kes in, jê (24) haletên mirinê hene û (448) kes jî bi temamî baş bûne û niha tenê (750) nexweş di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşiyê li Wezareta Navxwe û tîmên bijîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike pabendî rênimayên tenduristîyê bin, ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin