PeyamaKurd – Li ser wefata Pêşmergê Şoreşa êlûnê û hem yê gulanê Resûl Feqê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekî sersaxiyê belav kir. Peyama serok Barzanî wehaye:
“Bi navê Xwedayê gewre û mîhrîban,
Min koça dawî ya ji Pêşmergeyên qehreman yê Şoreşa êlûn û gulanê yê Resûl Feqê bihîst. Resûl Feqê şopînerê rêbaza Barzanî û Kurdîniyê bû û kesekî naskirî yê navça Xoşnawetiyê bû. Temamê jiyana xwe di asta herî bilind de, bi rêhevalî, şoreşgerî û biratî jiya. Wendakirina qehremanekî weha ji bo me sedema xemgîniyê ye. Em her wext pê serbilind bûn.
Bi sedema koça dawî ya Resûl Feqê, ji bo malbata wî, dost û hevalên wî sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im. Xwedê wî bi bihişta xwe şad bike û ji yên mayî re sebrê dixwazim.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racî’un”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin