"Em qada esmanî ji bo firînên Hewlêrê vedikin"

"Em qada esmanî ji bo firînên Hewlêrê vedikin"

PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, der barê rakirina qedexeya ser balafirgehên Herêma Kurdistanê de got: "Em îro qada xwe ya esmanî ji bo firînên Hewlêrê vedikin, lê Silêmanî li derveyî ve biryarê ye."

Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim, îro piştî înê daxuyanî da rojnamevanan û der heqê vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê de axivî.

Yildirim got ewan piştî referandûma serxwebûnê qada esmanî girtibû, lê ji îro pê ve vedikin. Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir ku dê firîn di çarçoveya plansaziya THY û şirketên din ên hewapeyiyê de bên kirin û ew jî tê çaverêkirin ku êvarî dest pê bike.

Yildirim îddia kir ku rêveberiya Silêmaniyê piştgiriya "çalakiyên terorî yên li dijî Tirkiyê dike" û loma jî dê firînên bo vî bajarî dest pê nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin