PeyamaKurd - Bingeha Laleş ya Rewşenbîrî û Civakî ya Kurdên Êzdî bi helkefta 26emîn salvegera damezirandina xwe, daxuyaniyek belav kir: “Erkê me hemûyan e parastina taybetmendiya Êzdiyan di çarçoveya Kurdistanê de.”
Bingeha Laleş tekez dike ku dosyeya girtî û windabûyên Êzdî dê bimîne ji giringtirîn armancên me û em bêdeng nemane û tişta ku ji destê me bê li tevahiya astên navxwe û navdewletî emê xebatên xwe ji bo rizgarkirina wan bikin.

Bingeha Laleş
‘KURDISTAN WELATÊ YEKÊ Û DAWÎ YÊ ÊZDIYAN E’
Bingeha Laleş di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Li ser me hemû Êzdiyan erk e ku em kar ji bo parastina taybetmendiya Êzdiyan di çarçoveya Kurdistanê de bikin, ji ber ku Kurdistan welatê yekê û dawî yê Êzdiyan e.”
‘LI ŞINGALÊ EM HEMÛ RÊGEÇAREYÊN BÊ BÊ RAZÎBÛNA ÊZDIYAN RED DIKIN’
Bingeha Laleş wiha didomîne: “Bêguman ku kêşeya Şingalê ne tenê kêşeya Êzdiyan û Kurdistanê û Iraqê ye, lê belê bi mixabinî ve bûye kêşeyeke navdewletî, ku hinek ejîndeyên navdewletî li ser erdê Şingalê hebe û her yek ji bo bidestveanêna berjewendiyên xwe li deverê kar dike. Em jî her rêgeçareyekê bo doza Şingalê bê razîbûna Êzdiyan red dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin