PeyamaKurd – Wezîfedarê berê yê asayîşa Tirkiyê û hem yê demekî dirêj parêzgeriya rewşa awareta ya Bakûrê Kurdistanê (OHAL) kiribû Parêzger Ünal Erkan mir. Erkan piştî parêzgeriya OHALê kir bûbû parlementerê Partiya Doğru Yolê yê Ankara û wezîrtiya dewletê kiribû.
Ünal Erkan, îro an ku di 29ê Cotmeha 2026an de li nexweşxanê can da.
Di çaxa ku parêzgerê OHALê bû li Bakûrê Kurdistanê gelek siyasetmedarên Kurd hatibûn kuştin ku goya di bin ewlehiya wî de bûn.
Erkan di navbera salên 1992 û 1995an de parêzgerê Rewşa Awarte bû û wan salan ji bo Kurdan salên herî nexweş bûn.
Erkan di sala 1942an de li bajarê Erzeromê hatibû dinyayê.