PeyamaKurd – Tîmên cendirmeyan li bajarê Bedlîsê di 4 alavan de 162 koçberên biyanî girtin. Li gor ragihandina parêzgehê; tîmên cendirmeyan ji berê de di mijarê de xebata xwe kirine.
Ji 31 ê meha çile heya îro an ku 5 ê sibatê, di seha desthilata cendirmeyan de, di kontrolên rê de, di 6 otobus, kamyon, mînîbus û otomobîlan de 162 koçberên Afxanî hatin girtin. Di oxilma ser koçberan de, 6 pasaportên sexte, 4 belgeyên îznê yên sexte û 6 îqametgahên sexte hatin girtin.
Piştî temamkirina ewraqên koçberan wan teslîmê rêvebiriya koçberan kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin