PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê İhsan Abdulcebbar ragihand ku rewşa navbera rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Bexdayê di mijara petrol û xazê de baş nîne û xwest ku dahata petrol û xaza ku ji Kurdistanê diçe derve, teslîmê Bexdayê bikin.
Abdulcebbar ragihand ku li Bexdayê bi heyeta rêvebiriya Herêma Kurdistanê re li Bexdayê civîn kirine û di civînê de li ser têgihîştina rêvebirina petrol û xazê axifîne.
Abdulcebar got ku bi şertê di berjewendiya her dû terefan de be, di bin rêvebiriya navendê de dixwazin mêzênekî deynin û heyeta Kurdistanê di mijara xaz û petrolê de ji bo şertên wezaretê têgihiştîne. Wezîr Abdulcebbar weha got:
“Em weka wezaret ji bo xebatên me yên di seha enerjiyê de bandorê bikin, li gor peymanên navdewletî dixebitin. Di navbera her dû terefan de ji berê de valahiyekî hebû û ji bo dagirtina valahiyê diyalog pêwiste. Di vê mijarê de me ji heyeta Kurdistanê xweşbîniyê dît. Em hêvî dikin ku arîşeya bi salaye dewam dike, em dawiyê lê bînin. Em bi rêvebiriya Kurdistanê re li ser bingeha biryarên Destûrê û biryarên Dadgeha Federal dikarin bixebitin.
Me ji heyetê xwest ku peymanên bi şîrketên navdewletî re îmze kiriye, ji bo em ji aliyê darayî û qanûnî de lêkolînê bikin, teslîmê me bikin. Her weha me xwest ku şîrketekî di bin serpereştiya wezareta enerjiyê ya Kurdistanê de, di bin kontrola navendê de bê avakirin û peyman teslîmê şîrketê bên kirin. Dahatên ji xaz û petrolê werin, dewrî hesabekî banka navdewletî ya di bin kontrola wezareta darayî ya Bexdayê bêkirin. Eger hukumeta Herêma Kurdistanê mehaneyên memûran dereng bixin, em dayîna mehaneyên wan garantî dikin.
Rewşa niha qet xweş nîne û di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de qet koordinasyon tine. Em îznê nadin ku rewş weha bimîne. Me ji heyeta Kurdistanê xweşbîniyê dît û di heman wextê de teredutên wan hene. Wê wezareta petrolê ji prensîbên xwe tawîzan nede.”
Serpereştê heyeta hukumeta Herêma Kurdistanê Xalid Şivanî got ku 15 sale di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de problem hene. Şivanî weha got:
“Civîn gelek zelal bû. Hukumeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku petrol li temamê welat bi wekhevî bê parvekirin. Wê hukumeta Navendî bibe weka mifte ku di mijara xaz û petrolê de qanûın derxe.”
Dadgeha Federal ya Iraqê bi terefdariya Îranê di 15 ê sibatê de biryarê dabû ku firotina petrol û xazê ji aliyê hukumeta Herêma Kurdistanê de li dijî qanûne û divê dahata petrol û xazê teslîmê Bexdayê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin