Ji Tirkiye û PKKê daxuyaniyên ser û bombardimanan

Ji Tirkiye û PKKê daxuyaniyên ser û bombardimanan

PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku Arteşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li Heftanînê bombebaran kirine û 7 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê balafirên şer ên Tirkiyê, bingehên PKKê yên li Heftanînê bombebaran kirin û di encamê de 7 gerîlayên PKKê hatin kuştin ku beriya niha jî MSBê di daxuyaniyeke xwe de gotibû, di şerekî de li Perwariyê 5 endamên PKKê hatine kuştin.

Baskê leşkerî yê PKKê HPGê jî ji aliyê xwe bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li nehiya Esendere ya Geverê 3 êrîş li dijî leşkerên Tirkiyê kirine û di wan êrîşên 20ê îlonê hatine kirin de herî kêm 5 leşker hatine kuştin.

Arteşa Tirkiyê ji 27ê Gulana sala 2019an ve li Xakurkê li dijî PKKê operasyoneke bi navê Pençe 1 daye destpêkirin ku herî dawî 24ê Tebaxê jî li Heftanîn û Sînatê dest bi operasyoneke bi navê “Pençe 3” kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin