Rusya: Dibe ku em wan deveran îlhaq bikin!

Rusya: Dibe ku em wan deveran îlhaq bikin!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Reutersê, Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariya Rusyayê Dmitriy Medvedev, di derbarê rewşa siyasî girêdayiyê welatê xwe de hin nirxandin kirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Dimitriy Medvedev da zanîn ku Rusya dikare herêmên cudaxwaz ên Gurcîstan, Osetyaya Başûr û Abhazyayê tevlî axa xwe bike.

Dmitriy Medvedev bi berdewamî bal kişand ser fikira tevlîbûna van herêmên navborî ya nav Rusyayê û got,

"Fikira tevlîbûna Rusyayê, li herêmên Abhazya û Osetyaya Başûr hîn jî gelek populer e. Sedemên baş hebin, îhtîmala ku îlhaqkirin pêk were jî heye." 

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, Gurcîstanê kontrola xwe ya li ser herêmên navborî wenda kiribû û Moskowê di sala 2008an de serxwebûna van herêman nas kiribû.

Her wiha piştî ku Gurcîstanê bi tundî bersiv dabû hewildana vegerandina kontrola Osetyaya Başûr, tevî ku têkiliyên Rusyayê bi Gurcîstanê re ji wê demê de nerm bûne, Medvedev Rojava sûcdar kir ku bi zêdebûna îhtîmala qebûlkirina Gurcîstanê di NATOyê de aloziyan çêdike.

Medvedev di salvegera 15. a naskirina serxwebûna herêman de got, "Heger fikarên me bi cih bên, em ê li bendê nemînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin