"Em dikarin ji %20ê petrola ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibe daxwaz bikin"

"Em dikarin ji %20ê petrola ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibe daxwaz bikin"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Washington dikare ji bo Tengava Hurmuzê bibe "milyaketeke parêzvan", lê di berdêla wê de, divê %20ê petrola ku di tengava Hurmuzê re derbas dibe bide Amerîkayê.

Serok Trump di hevpeyvîna xwe ya bi Fox News re got ku eger bi Tehranê re lihevkirinek neyê kirin, ew ê ji bo Tengava Hurmuzê xercê transîtê ferz bikin û ger hewce bike, tevahiya tengavê bigirin bin kontrola xwe.

Trump hişyariyek tund da Îraniyan û got, "Ger ew Tengava Hurmuzê bigirin, êdî welatek we tune ye û danûstandkarên we wê nikaribin vegerin malên xwe."

Serokê Amerîkayê di derbarê rewşa herêmê de tekez kir ku Hamas niha li Xezzeyê pir aloziyan çênake û divê hemî bal li ser lihevkirinek bi Îranê re be.

Trump gef xwar ku eger Tehran tavilê Hizbullah ji çêkirina aloziyan li Lubnanê ranewestîne, Amerîka wê neçar bimîne ku bi tundî li Îranê bixe.

Trump bal kişand ser serkeftina polîtîkayên xwe û got, "Me di bazara kar û bazara borsayê de serkeftinek mezin bi dest xist. Em xwedî aboriya herî baş a cîhanê û artêşa herî bihêz in; me di her warî de serkeftinek bêhempa bi dest xistiye."

Daxuyaniya Trump bi destpêkirina danûstandinên rasterast li Swîsreyê di navbera şandeyeke Amerîkî ya bi serokatiya Cîgirê Serok JD Vance û şandeyeke Îranî ya bi serokatiya Serokê Meclisê Mohammad Bagher Qalibaf de, bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê, re hevdem bû.

JD Vance di şîrovekirina danûstandinan de diyar kir ku armanca van danûstandinan ew e ku bigihîjin "peymanek nû" ku wê Rojhilata Navîn biguherîne.