Serokê Amerîkayê Joe Biden dê pistî Hindistanê here Vîetnamê

Serokê Amerîkayê Joe Biden dê pistî Hindistanê here Vîetnamê

PeyamaKurd – Koşka Sipî ya Amerîkayê ragihand ku wê serokê Amerîkayê Joe Biden wê di 9-10ê Êlûnê de li Hindistanê tevlî civîna lîderên G-20an bibe û ji wê derê here payîtexta Vîetnamê Hanoiyê. Koşka Sipî weha got:

“Biden wê li Vîetnamê ji bo hevkariya navbera Vîetnam û Amerîkayê pêşde bibe, wê bi sekreterê giştî Nguyen Phu Trong û lêderên din yên girîng re bicive. Wê lîder lêkolîna li ser Vîetnamekî teknolojik û inovasyonêk bikin da aboriya wê li ser van esasan bimeşe. Di rêya guherîna perwerdê de pêşdebirina têkiliyên navbera her dû dewletan, têkoşîna bi guherîna kêşûhewayê re, aştiya herêmê, zêdekirina îstîqrarê û refahê dê mijarên wan yên niqaşê bin.”

Biden û jina wî Jill Biden wê di 11ê Êlûnê de ji bo êrîşên 11ê Êlûnê li Alaskayê bi mensûbên artêşê û malbatên wan re tevlî bîranîna bûyera 11ê êlûnê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin