DEM Partî: AKPê li Sernex û Bedlîsê hîleyan kir

DEM Partî: AKPê li Sernex û Bedlîsê hîleyan kir

PeyamaKurd - DEM Partiyê bi daxuyaniyekê angaşt ku partiya desthilatdar a Tirkiyeyê AK Partiyê di hilbijartinên Şernex û Bedlîsê de bi rêbazên derîyasayî destwerdanê kiriye.

Di daxuyaniya DEM Partî ya li ser hesabê medyaya civakî de hat destnîşankirin ku li Şernex û Bedlîsê gelek endamên wê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“AKPê li Şernexê, bi rêya hilbijêrên neqanûnî, sextekariya li ser sandoqan, hêrişa li ser dengdêr û berpirsên me yên li ser sandoqan, bi desteserkirina hevserokên parêzgehên me û sedan kesên din û bi astengkirina me hewl da ku encamên ku nedikaribû  pêk bîne bi dest bixe.

AKPê li Bedlîsê jî bi heman hîleyan hewl da ku encamên sandoqan biguherîne û vîna gelê me careke din bi dest bixe. Rayedar û parêzerên me yên ku îtîraz dikin tên binçavkirin.

Hûn bi darbeyê bi ser nakevin, bi desteserkirina vîna gelê me hûn ê nikaribin encamê biguherînin. Em ê di bin her şert û mercan de parastina destkeftiyên gelê xwe bidomînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin