Xaçaturyan li Frokexaneya Hewlêrê ya Navneteweyî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkiririn.
Pêwendiyên Êrîvan û Hewlêrê
Ji ber têkiliyên dîrokî ên Ermen û Kurdan ku bi sedsalan li gel hev jiyane, serdana Serokkomarê Ermenistanê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve gring tê dîtin lewre li sê parçeyên Kurdistanê Bakur, Başûr û Rojava gelek Ermen û li Ermenistanê jî gelek Kurd hene.
Li gorî daneyên serjimêriya Ermenistanê ya 2011an, li Ermenistanê herî kêm 37 hezar Kurd dijîn, lê belê Înstîtuya Kurd a Cenêvê destnîşan dike ku hejmara Kurdên li Ermenistanê nêzîkî 700 hezarî ye.
Ji aliyê pêwendiyên fermî yên Êrîvan û Hewlêrê ve jî pêwendiyên herdu aliyan gring tê nirxandin lewle her du alî di warê perwerdeyê de jî hevkariyê dikin.
Li gor daneyên fermî, heta dawiya 2023yan nêzîkî 400 xwendekarên ji Herêma Kurdistanê li zanîngehên taybet ên Ermenistanê xwendine.
Ji aliyê din ve pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Êrîvanê jî roj bi roj geştir dibe. Li gor daneyên Balyozxaneya Ermenistanê, qebareya bazirganiyê ya her du aliyan ji 250 milyon dolarî derbas kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin