PeyamaKurd- Piştî êrîşên ser sehayên petrolê yên Aramco ya Erebistana Si’ûdiyê, Erebistan bo ser Hûsiyan operasyon kir. Amerîka dorpêçên nû danî ser Îranê ku di serê hedefê de Banka Navendî ya Îranê heye. Koalîsyona di bin serpereştiya Erebistanê de êrîşên hewayî kirin ser Hûsiyan. Di hedefê de Hudeyde jî hebû lê piştî Hûsî êrîşên ser sehayên Aramcoyê girtin ser xwe, ev êrîş hatin kirin.
Piştî êrîşan, berdevkê koalîsyonê Turkî el Malikî, Hûsiyan bi sedemên bikaranîna lîmana Hudeydeyê; bo fuzeyên balîstîk, bo dronan û botên ku ji dûr de dikarin bi cîhazan biteqînin tewanbar kir. Berdevkê Hûsiyan Muhammed Abdulselam bo operasyonê got ku Erebistan peymana ku li Îswîçreyê bi wan re îmze kiribû xistiye talûkê. Abdulselam bi awayeka nivîskî weha got:
“Divê koalîsyon bedela vêya bide.”
Serokê Hîzbûllah a Lubnanê Hesen Nasrallah bang li Erebistanê kir da dev ji operasyonan berde. Nasrallah got ku di operasyona ser Aramcoyê de kes nemiriye lê ve kiryarên Erebistanê nîşan didin ku petrol ji xwînê bihatir e. Nasrallah di beyana xwe de piştgiriya Îranê dubare îfade kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin