PeyamaKurd- Li rojavayê bakûrê Pakistanê di galeriya madena mermerê de, bi sedema roxandina galeriye 22 karker can dan. Li gor ragihandina malpera Dawnê; bûyer li eyaleta bi navê Xeyberê li navçeya Mohmendê di galeriyekî mermerê de çêbû.
Di galeriyê de li dora 30 karmend hebûn. Heya niha 22 cenaze derxistin lê dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Sedema roxandinê nayê zanîn lê li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin