PeyamaKurd – Rêveberiya Av û Avrêjan ya Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê diyar kir, hişkesalî û kêmbûna barîna baranê hiştiye ku 340 hezar kes li bajaran û 70 hezar jî li gundan rastî pirsgirêka kêmaviyê bibin.
Rêveberiya Av û Avrêjan ya Kirmaşanê Elî Riza Kakawend eşkere dike, hişkesaliya îsal li vê parêzgehê ji 52 salan ve nebûye û bi himberkirin li gel bajarên din yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rêjeya barîna baranê herî kêm li Kirmaşanê bû .
Li gorî rapora keşnasiyê ya parêzgeha Kirmaşanê, di vê payizê de 76 mm baran bariye, ev rêje jî nîvê rêjeya barînê ya payîza sala 2020an e. Di sala derbasbûyî de jî rêjeya baranê ji %42 ji rêjeya asayî kêmtir bûye.
Vê yekê jî bandor li ava bendavan û ava vexwarinê kiriye. Rêveberê Saziya Avê ya Kirmaşanê diyar kir ku îsal ava ku li bendavên parêzgehê hatiye komkirin, pir kêm û neguncaw bû. “Îsal 142 milyon mitr sêca av ketiye bendavan, lê ev di payiza sala 2020an de 301 milyon mitr sêca bû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin