Cameron: Hûsî nesekinin em ê dîsa li wan bixin

Cameron: Hûsî nesekinin em ê dîsa li wan bixin

PeyamaKurd -  Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron gefê li Hûsiyan xwar û got: "Eger êrîşên li dijî keştiyên bazirganî û leşkerî yên li Deryaya Sor bidomînin, Brîtanya amade ye ku dîsa êrîşî Hûsiyan bike."

Cameron di derbarê qeyran û pevçûnên li Deryaya Sor de di The Telegraphê re nirxandineke nivîskî weşand û hûrgiliyên êrîşên hewayî yên ku welatê wî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li dijî Hûsiyên Yemenê pêk anî parve kir.

Wezîr Cameron di gotara xwe de got: “Deryaya Sor yek ji rêyen sereke yên bazirganiya navneteweyî ye. Nêzîkî ji sedî 15ê keştiyên bazirganiyê yên cîhanê di vê tengava ku Afrîka û Asyayê ji hev vediqetîne de derbaz dibin. Ger em bihêlin ku Hûsî vê derbazbûna keştiyan rawestînin, wê zincîra dabînkariya pêdiviyên jiyanî yê bi sed milyonan mirovî bikeve xeteriyê û wê pêdiviyên mirovan li seranserê cîhanê zêde bibin."

Cameron diyar anî ziman ku bi çalakiyên hevpar ên wek êrîşên ku Brîtanya û DYAyê li dijî Hûsiyan pêk anîn, ew ê di lawazkirina Hûsiyên ku bi piştgiriya rejîma Îranê hatine bihêzkirinhat pêşketian bi dest bixin û diyar kir ku wan peyama biryardariya xwe ya bidawîkirina çalakiyên Hûsiyan daye wan.

Cameron di berdewamiya gotara xwe de wiha got: “Em bi biryar in ku dawî li vê yekê bînin. Em ê bi hevalbendên xwe re bixebitin. Em ê her tim azadiya ger û geşta ku bi yasayên navneteweyî hatiye rewakirin biparêzin. Ya herî girîng jî em ê amade bin ku bi çalakiyan pişta xwe bidin gotinan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin