Karsazên Brîtanî: Pêvajoya derketina ji YA yê bûye “rewsa awarte”

Karsazên Brîtanî: Pêvajoya derketina ji YA yê bûye “rewsa awarte”

PeyamaKurd- Rêxistina herî mezin ya karsazên Brîtanî CBI (Federasyona Endustriyê ya Brîtanya) ku sîwana herî li jore û Kongre ya Odeyên Bazirganiyê (TUC) ragihandin ku pêvajoya veqetîna Brîtanyayê ji Yekîtiya Awrûpayê bûye rewşa awarte û hişyarî dan.

Her dû rêxistin bi awayeka nivîskî ragihandin ku divê serokwezîr Theresa May  stratejiya xwe ya Brexitê biguhêre. Gelek şîrketên Brîtanî li hemberê vê nezelaliyê nizanin çi bikin û wê ev hal li ser neslên piştî wan bandoreka mezin bike. Rêxistin ragihandin ku divê paşdexistin hebe û divê hesabê hevdîtinên di mijara derketina ji Yekîtiya Awrûpayê bêkirin da karibin bi wan re peymaneka nû girêdin. Di ragihandinê de balê dikşînin ser palneka din ya Brîtanyayê ku pêdivî pê heye û payama wan weha dewam dike:

“Divê planeka B hebe. Ew plan divê rê bide hevdîtinên bi YA re, desteka parlementoyê bigre, bi Îrlan de re mijara sînor bê zelalkirin, xebatkar û aboriya welat biparêze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin